Sedir bêyî Malikî Fraksyona Piranîyê ya parlimana Iraqê pêk tîne
Yek ji rêvebirên Bereya Sedir got ku Hevalbendîya Saêrûnê ku Muqteda Sedir pişta wê digire, yê di rojên bê de Fraksyona Piranîyê ya parlimana vî welatî bêyî pişkdarîya Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi rêbertîya Nûrî Malikî, ragihîne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li halekî ku Nûrî Malikî 2 rojan berî niha basa pêkanîna Fraksyona Piranî bi pişkdarîya sê hevalbendîyên sereke yên Dewleta Qanûnê, Fetih û Nesir û dewama gotûbêjên ji bo tevlîbûna Hevalbendîyên Saêrûn û Hikmeyê kiribû, niha Hakim Zamlî yek ji rêvebirên bibandor li Bereya Sedrê dibêje ku ew muzakire bi mêhwerîyeta Saêrûnê bêyî pişkdarîya Hevalbendîya Dewleta Qanûnê didomin.
Zamlî li hevpeyvîna digel Rojnama Al Arabî Al Cedîd a Qeterê bal kişand ser vê yekê ku her kes li benda erêkirina encamên hilbijartinan e, got ku Hevalbendîya Saêrûnê gellek kursî bi dest xistine û gellek hevalbendî û hevdufemkirin jî digel komên curbicur hene û ew fikir dike ku Saêrûn di rojên bê de û piştî erêkirina encamên hilbijartinên parlimanê, dê Fraksyona Pirranîyê ragihîne.
Zamlî di eynî demî de got ku hîç dewletek bêyî hevdufemkirina digel pêkhateyên din têkildarî erk û dosîyên bingehîn nikare ser bikeve û şêwaza birêvebirina welêt, mijara jiçekirinê û rakirina pişkbendîyên sîyasî û gendelîyê ji wan babetên herî girîng in.
Wî li dawîyê got: Şansê Hevalbendîya Saêrûnê ji bo pêkanîna hevalbendîyê digel komên din ên sîyasî ji şansê pêkhateyên din zêdetir e û dikare di vî warî da ser keve lê hevalbendîya bi serokatîya Nûrî Malikî tê tu şûnek li nav wan komana tinebe.