Kutabûna hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlimana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294494-kutabûna_hejmartina_bi_destan_a_dengên_hilbijartinên_parlimana_iraqê
Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê bi fermî ragihand ku hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlimana Iraqê li navendên ku têkildarî wan doz hatibû vekirinê, kuta bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2018 15:06 Asia/Tehran
  • Kutabûna hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlimana Iraqê

Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê bi fermî ragihand ku hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlimana Iraqê li navendên ku têkildarî wan doz hatibû vekirinê, kuta bû.

Li gorî rapora Kanala Somerye News`ê, hela ti nûçeyek derbarê asta guherîna encamên dengan anegorî hejmartina dîcîtal a dengan nehatîye belavkirinê.

Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê di 3`yê Tîrmehê de piştî ku alîyên curbicur derbarê hebûna sextekarîyê li hin navendên dengwergirtinê de doz  ûgilî raber kirin, jinûvehejmartina bi destan a dengan destpê kir.

Piştî wê, Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê wekî dezgeha herî girîng a dadwerîyê ya şirovekirina destûra bingehîn li vî welatî razîbûna xwe ser pêşnîyara ibtalkirina encamên hilbijartinên ên derveyî welêt û hejmartina bi destan a sedî 10`ê gist dengên hilbijartinên parlimana vî welatî ragihand.