Êrişên terorîstî yên ser xetên veguhestina ceryanê yên Iraqê dubare bûn
Careka din di encama kiryareka xirabkir a terorîstî de du xetên veguhestina ceryanê bo parêzgeha Kerkûkê têk çûn.
Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta ceryanê ya Iraqê, roja îniyê li daxuyaniyekê ragihand ku li pişkek ji parêzgeha Kerkûkê, ji ber vê kiryara terorîstî, ceryan qut bûye.
Li daxuyaniyê hatiye ragihandin ku du xetên veguhestina ceryanê, di encama teqîna bombeyên bi destçêkirî yên li bin dekelên ceryana bizext û serûbinbûna wan de têk çûne.
Hevgavê vê yekê hin çavkanî jî ragihandin ku kiryareka din a xirabkir a teorîstî ji bo têkbirina xeta veguhestina ceryanê ya Nasiriye û Wasitê li 370 kîlometriya başûrê rojhilata Bexdayê, bêbandor bûye.
Eva li halekê ye ku wezareta ceryanê ya Iraqê, duh pêncşemiyê jî li daxuyaniyekê ji qutbûna xetên veguhestina ceryanê yên Kerkûkê bo Diyalî di encama êrişa terorîstî ya li navçeya Wadî Ewsecê li bakûrê rojhilata parêzgeha Diyalîiyê de agahî dabû.