Serokwezîrê Iraqê: Me û Nêçîrvan Barzanî li ser yekparçetiya axa Iraqê axivî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294321-serokwezîrê_iraqê_me_û_nêçîrvan_barzanî_li_ser_yekparçetiya_axa_iraqê_axivî
Serokwezîrê Iraqê li bara naveroka gotûbêjên xwe û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku wan li ser parastina yekparçetiya axa Iraqê axivîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2018 11:38 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Me û Nêçîrvan Barzanî li ser yekparçetiya axa Iraqê axivî

Serokwezîrê Iraqê li bara naveroka gotûbêjên xwe û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku wan li ser parastina yekparçetiya axa Iraqê axivîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a Ferat Newsê, herwisa ragihand ku xwesteka xwenîşanderên iraqî qanûnî ye û destnîşan kir ku Bexda xwestekên wan bi micidî berçav digire.

Ebadî ragihand: ``Hedefa me rawestandina van xwenîşandanan nîne ji ber ku eva heqê xelkê Iraqê ye ku daxwazên xwe bigehînin guhê berpirsên Bexdayê û eger ev xwenîşandanên hanê salekê jî dom bike pêsparteya hêzên ewlehiya Iraqê ev e ku piştevaniya xelkê biken``.

Ebadî got: ``Para pirtir a xwesteka xwenîşanderên iraqî li ser meselên xizmetguzarî, çêkirina mecalên kar û xebatê û dabînkirina av û iliktirîka bûye û me komîteyên xizmetgihandina bo xelkê pêk anîne û ev dê bilez bersiva xwestekên xelkê bidin``.

Ebadî li bara civîna xwe ya vê dûmahîkê tev Niçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê jî got: ``Me li vê civînê li ser riyên qahîmkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, çawaniya parastina wehdet û hevgirtina di navbera her du aliyan û dfabînkirina ewlehiya giştî ya Iraqê û çawaniya pêkanîna dewleta nû li Iraqê û xizmetgihandina bi xelkê Iraqê axivî``.

Ebadî got: ``Peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê kûr û sereke ne û em daxwaza jiyana bi xweşî ya hemû pêkhateyên Iraqê bi hevra dikin û me qonaxa xwestekên berê yên kurdan yên wekî giştpirsiyê derbas kirine û niha peywendiyên me ber bi pêşin``.

Wî got: ``Min û Nêçîrvan Barzanî li bara çawaniya xizmetguzarî gihandina bi xelkê Iraqê axivt û minbiryar heye kesên ku destê wan di gendeliya nav Iraqê hebûne, belav bikim``.