Ebadî: Bexda dixebite lîsta karbidestên gendele Iraqê ragehîne
Serokwezîrê Iraqê duh sêşemê got: Dewlet dixebite lîsteya berpir û karbidestên gendele Iraqê ragehîne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Heyder Ebadî bal kişande ser viya ku dewleta Bexdayê dengê neraziyan bihîstiye û dixebite xwestekên xelkê cih bîne ragihand: Nerezamendiya xelkê bûye sebeb ku dewlet li pişka xizmetgihandinê gelektir bixebite.
Ebadî ji saziyên dadwerî û qanûndanînê jî xwest bona sekinîna li hemberî gendeliyê di nav saziyên îcrayî hevkariya dewleta Iraqê bikin.
Wek berdewamiya nerazîbûnên li başûrê Îraqê li dijî nebûna xizmetguzariyan, vê hefteyê jî li heft parêzgehên Iraqê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Xwenîşandan li parêzgehên Bexda, Besre, Kerbela, Mîsan, Zîqar, Necef û Musennayê hatin lidarxistin.
Bi dû xwenîşandan, Heyder Ebadî pêştir bi fermaneka heftxalî li ser çareserkirina lezgîn a xwestek û pirsgirêkên gelê Iraqê pêgirî kiribû.
Li vî halî ofîsa serokwezîrtiya Iraqê jî bi daxûyaniyekê ragihand: Dewleta Iraqê pêngavên lezgîn ji bo pêkanîna derfetên xebatê û dabînkirina berjewendiyên welatiyan, rêxistinên dewletî û baştirbûna rewşa aborî pêşbînî kirine û biryar daye li gorî raporên Komîteya Têkildarî Serokatiya Dîwana Çavdêriya Malî, berpirsên ku baş naxebitin bixe bin pirsê û komîteya nûavakirinê û raberkirina xizmetan bo parêzgehan bi serokatiya serokwezîr damezirîne.