Pana Ebadî ji bo pêkanîna komîteyên qeyranê li wezaretxaneyên Iraqê
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser plana pêkanîna komîteyên qeyranê li hin wezaretxanan û destnîşan kir: Peywirdariya van komîtana , kontrolkirina qeyranê li Iraqê jibo avedankirina van parzêeghan e ku van rojana şehedê hin nerazîbûnan li dijî dewletê ne.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera kanala nûçana El-Cezîrê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li hevdîtinekê tev şêx û kesayetiyên bi nav û deng ên parzêgeha El-Dîwaniyê diyar kir: Pêkanîna komîtyên kontrolkirina qeyranê ne demkî ye û dê xebata wan bidome û armanca wan vejiyandina rewşa aborî li van parzêgean e ku şehedê nerazîbûnên gelanî ne.
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku ev komîte li hemî wezaretaxanan û li her parêzgehê pêk hatine û got ku her cure sersariya ji aliyê saziyên dewletî li warê çareserkirina qeyranê hildikole û ferman daye nûnerên eşîran û karzanên parêzgehan li vê komîtê beşdar bin.
Ebadî teqez kir: Ev komîte tenê jibo aramkirina rewşê an kiryarekê demkî nebûye belkî armanca wan cihanîna karekî rastîn û berdewam jibo raberkirina xizmetên baştir bo gel e.