Pana Ebadî ji bo pêkanîna komîteyên qeyranê li wezaretxaneyên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294270-pana_ebadî_ji_bo_pêkanîna_komîteyên_qeyranê_li_wezaretxaneyên_iraqê
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser plana pêkanîna komîteyên qeyranê li hin wezaretxanan û destnîşan kir: Peywirdariya van komîtana , kontrolkirina qeyranê li Iraqê jibo avedankirina van parzêeghan e ku van rojana şehedê hin nerazîbûnan li dijî dewletê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2018 15:06 Asia/Tehran
  •  Pana Ebadî ji bo pêkanîna  komîteyên  qeyranê li wezaretxaneyên  Iraqê

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser plana pêkanîna komîteyên qeyranê li hin wezaretxanan û destnîşan kir: Peywirdariya van komîtana , kontrolkirina qeyranê li Iraqê jibo avedankirina van parzêeghan e ku van rojana şehedê hin nerazîbûnan li dijî dewletê ne.

 Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera kanala  nûçana  El-Cezîrê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li hevdîtinekê tev şêx û kesayetiyên  bi nav û deng ên  parzêgeha  El-Dîwaniyê diyar kir: Pêkanîna komîtyên  kontrolkirina  qeyranê ne demkî ye û dê xebata wan bidome û armanca  wan  vejiyandina rewşa aborî li van parzêgean e ku şehedê nerazîbûnên gelanî ne.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku ev komîte li hemî wezaretaxanan û li her parêzgehê  pêk hatine û got ku her cure sersariya ji aliyê saziyên dewletî li warê çareserkirina  qeyranê hildikole û ferman daye nûnerên  eşîran û karzanên  parêzgehan li vê komîtê beşdar bin.

 Ebadî teqez kir: Ev komîte tenê jibo aramkirina rewşê an kiryarekê demkî nebûye belkî armanca wan cihanîna karekî rastîn û berdewam jibo raberkirina xizmetên baştir bo gel e.