Şandina hêzên zirixî bo Besrayê ji bo parastina şîrketên biyanî û teşkîlata niftê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294233-Şandina_hêzên_zirixî_bo_besrayê_ji_bo_parastina_şîrketên_biyanî_û_teşkîlata_niftê
Iraqê ji bo parastina şîrketên biyanî û teşkîlata niftê hêzên zirixî şandin Besrayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2018 13:36 Asia/Tehran
  •  Şandina hêzên zirixî bo Besrayê ji bo parastina şîrketên biyanî û teşkîlata niftê

Iraqê ji bo parastina şîrketên biyanî û teşkîlata niftê hêzên zirixî şandin Besrayê.

 Li gorî rapora ISNA`yê, çavkaniyeke eskerî ya Iraqê ragihand: ``Yekîneyên  zirixî yên artêşa vî welatî bona dabînkirina  ewlehiya meydanên niftê û şîrketên  biyanî yên li vê parêzgehê li rojava  Besrayê bi cih bûne``.

 Li heftiyên derbasbûyî, xwenîşandanên gelanî li Besrayê ku pirranî protestokirina  rewşa debara xelkê û gîhandina xizmetên giştî ye, hin dilgiranî li bara çarenivîsa meyadnên niftê û şîrketên  biyanî yên çalak li vî warî pêk aniye. Pêncşemiya buhurî xwenîşanderan riya ber bi  meydana  mezin a niftê ya  Qerb El-Qerne 2 li bakurê Besrayê girêdan ku hêzên ewlehiyê neçar man bi zorê van  belav bikin.

 Şîrketa  Lok Oylê ya Rûsiyê berpirsiyariya  berfirehkirina  vê meydana niftê girtiye ustiyê xwe.

 Besra navenda herî sereke ya berhmanîna nifta Iraqê ye û nêzkî sedî 80`ê derfirotina  nifta vî welatî dabîn dike.