Şandina hêzên zirixî bo Besrayê ji bo parastina şîrketên biyanî û teşkîlata niftê
Iraqê ji bo parastina şîrketên biyanî û teşkîlata niftê hêzên zirixî şandin Besrayê.
Li gorî rapora ISNA`yê, çavkaniyeke eskerî ya Iraqê ragihand: ``Yekîneyên zirixî yên artêşa vî welatî bona dabînkirina ewlehiya meydanên niftê û şîrketên biyanî yên li vê parêzgehê li rojava Besrayê bi cih bûne``.
Li heftiyên derbasbûyî, xwenîşandanên gelanî li Besrayê ku pirranî protestokirina rewşa debara xelkê û gîhandina xizmetên giştî ye, hin dilgiranî li bara çarenivîsa meyadnên niftê û şîrketên biyanî yên çalak li vî warî pêk aniye. Pêncşemiya buhurî xwenîşanderan riya ber bi meydana mezin a niftê ya Qerb El-Qerne 2 li bakurê Besrayê girêdan ku hêzên ewlehiyê neçar man bi zorê van belav bikin.
Şîrketa Lok Oylê ya Rûsiyê berpirsiyariya berfirehkirina vê meydana niftê girtiye ustiyê xwe.
Besra navenda herî sereke ya berhmanîna nifta Iraqê ye û nêzkî sedî 80`ê derfirotina nifta vî welatî dabîn dike.