Ambareka mazin a çekan a DAIŞê li El Enbarê hat dîtin
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxûyaniyekê qala dîtin û desteserkirina yek ji mezintirîn ambarên koma têrorîst a DAIŞê li aprêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê kir.
Li gorî rapora îro Yekşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê El neşreyê, Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên istixbarata leşkerî yên Iraqê piştî wergirtina rapor û zanyariyên deqîq yek ambarên herî mezin ên çekan ên koma têrorîst a DAIŞê li navçeya Xetîkleyê li parêzgeha Enabrêî dîtin û dest danîn ser. Di nava van çekan hejamrek topên hawanê, mûşek, hawanavêj û çekên din hene.
Hêzên iraqî ev demeka dirêj e ku operasiyona xw eji bo şopandina endamêîn mayî yên DAIŞê û alav û çekên wan li prêzgeha Enabrê dest pê kirine.
Li gorî nûçeyeka din, artêşa Iraqê di dewama operasiyona xwe ya dijî têrorîsmê li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê hejmareka tûnêlên tekfîriyên DAIŞê dîtin.
Hêzên iraqî her wiha tevî pûçkirina hejamreka bombeyên danandî li navçeyên cûrbicûr ên Dioyalê ji aliyê DAIŞê va, hejmareka zêde ya çekên têrorîstan li vê navçeyê desteser kirin.
Dewleta Iraqê 21ê Kanûna sala 2017an bidawîhatina hebûna leşekrî ya koma têrorîst a DAIŞê ragihand, lê bermahiyên têrorîstan carcaran êrîşî ser deverên cûrbicûr ên vî welatî dikin.