Muqteda Sedir: Idî zilim bes e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294193-muqteda_sedir_idî_zilim_bes_e
Serokê Bereya Sedir tepeserkirina xwenîşanderên li Bexdayê û hin parêzgehên Iraqê rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2018 12:49 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir: Idî zilim bes e

Serokê Bereya Sedir tepeserkirina xwenîşanderên li Bexdayê û hin parêzgehên Iraqê rexne kir.

Muqteda Sedir li peyamekê li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Lêdan, birîndarkirin û kuştina xwenîşanderên ku ji hêla hêzên ewlehîyê yên Iraqê va hatine girtinê, nikarin gel bêdeng bikin.

Sedir ji dewleta Iraqê re herwiha got: Zilma li xwenîşanderan tê kirinê idî bes e.