Dewama xwenîşandanan li Iraqê
Roja Îniyê li heft Parêzgehên Îraqê xwepêşandan tên lidar xistin.
Wek berdewamiya nerazîbûnên li başûrê Îraqê li dijî nebûna xizmetguzariyan, îro li heft parêzgehên Iraqê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Xwenîşandan li parêzgehên Bexda, Besre, Kerbela, Mîsan, Zîqar, Necef û Musennayê hatin lidarxistin.
Nêzîkî sê hefteyan e welatiyên başûrê Iraqê bi giştî û bajarê Besre bi taybetî xwepêşandanan li dijî nebûna xizmetguzariyan encam didin.
Bi dû xwenîşandan, Heyder Ebadî pêştir bi fermaneka heftxalî li ser çareserkirina lezgîn a xwestek û pirsgirêkên gelê Iraqê pêgirî kiribû.
Li vî halî ofîsa serokwezîrtiya Iraqê jî bi daxûyaniyekê ragihand: Dewleta Iraqê pêngavên lezgîn ji bo pêkanîna derfetên xebatê û dabînkirina berjewendiyên welatiyan, rêxistinên dewletî û baştirbûna rewşa aborî pêşbînî kirine û biryar daye li gorî raporên Komîteya Têkildarî Serokatiya Dîwana Çavdêriya Malî, berpirsên ku baş naxebitin bixe bin pirsê û komîteya nûavakirinê û raberkirina xizmetan bo parêzgehan bi serokatiya serokwezîr damezirîne.