Komîteya şopandina çarenûsa welatîyên bêserûşûn ên Êzidî hat pêkanînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294156-komîteya_şopandina_çarenûsa_welatîyên_bêserûşûn_ên_Êzidî_hat_pêkanînê
Berdevkê Wezareta Koçberî û Koçberên Iraqê ragihand ku komîteyek ji bo şopandina çarenûsa 3 hezar welatîyên Êzidî yên bêserûşûnbûyî li vî welatî hatîye pêkanînê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2018 14:48 Asia/Tehran
  • Komîteya şopandina çarenûsa welatîyên bêserûşûn ên Êzidî hat pêkanînê

Berdevkê Wezareta Koçberî û Koçberên Iraqê ragihand ku komîteyek ji bo şopandina çarenûsa 3 hezar welatîyên Êzidî yên bêserûşûnbûyî li vî welatî hatîye pêkanînê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Euy ul Iraq Newsê, Sitar Newroz li civîneke çapemenîyê got: Li gorî daxwaza nivîsgeha mêdyayî ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, komîteyek ji hêla Wezareta Koçberî û Koçberên Iraqê ve ji bo hewildaneke navxweyî û derveyî bi merema kivşkirina çarenûsa nêzîkî 3 hezar welatîyên bêserûşûbûyî yên Êzidî ku ji havîna sala 2014`an ve heta niha bi dû dagirkirina şarê Şingalê bi destê koma têrorîst a DAIŞ`ê çarenûsa wan dîyar nîne, hatîye pêkanînê.

Sitar Newrozê herwiha got: Vê komîteyê civînên xwe ji bo plankarî û hevdengîya digel dezgehên kivş ji bo haydarbûna ji çarenûsa Êzidîyên bêserûşûnbûyî destpê kirine.