Neyarîya Emar Hekîm li hemberî destwerdana bîyanîyan li pêkanîna dewleta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294133-neyarîya_emar_hekîm_li_hemberî_destwerdana_bîyanîyan_li_pêkanîna_dewleta_iraqê
Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê xwest ku dewleta nû ya vî welatî bêyî destwerdanên bîyanîyan bê pêkanînê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2018 07:34 Asia/Tehran
  • Neyarîya Emar Hekîm li hemberî destwerdana bîyanîyan li pêkanîna dewleta Iraqê

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê xwest ku dewleta nû ya vî welatî bêyî destwerdanên bîyanîyan bê pêkanînê.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Seyîdemar Hemî serkê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê şeva buhurî li hevdîtinekê pêgirî li ser girîngîya dûrxweyîkirina Iraqê ji gêreyên navnetewî û hewildana ciddî ji bo derbasbûna ji nakokîyan û bidestxistina rêçareyên sîyasî li Iraqê kir.

Seyîdemar Hekîm bal kişand ser pêwîstîya pêkanîna dewletê ser bingeha berjewendîyên gelê Iraqê bêyî destwerdana bîyan di qonaxa bê de û dîyar kir: Raberkirina xizmetan û dabînkirina jîyaneke azad û birûmet ji bo hemî iraqîyan ewlewîyetên qonaxa niha ne.

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê herwiha xwest ku piştgirîyê bidin daxwazên rewa yên xwenîşanderan û girîngîya dabînkirina wan daxwazana di dema herî zû ya pêkan de.