Iraq îzna damezrandina meqerên eskerî nade Emerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294028-iraq_îzna_damezrandina_meqerên_eskerî_nade_emerîkayê
Heyder El-Izarî, balyozê Iraqê li Rûsiyê got: Ger Emerîka daxwaza damezrandina meqerên eskerî li Iraqê bike, Iraq dê vê daxwaza wê qebûl neke.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2018 06:42 Asia/Tehran
  •  Iraq îzna damezrandina meqerên eskerî nade Emerîkayê

Heyder El-Izarî, balyozê Iraqê li Rûsiyê got: Ger Emerîka daxwaza damezrandina meqerên eskerî li Iraqê bike, Iraq dê vê daxwaza wê qebûl neke.

 Li gorî rapora IRNA`yê, El-Izarî li bara rapora hin medyan li bara  plna Emerîakyê jibo damezrandina  meqerên  eskerî li Iraqê got: Haje vê mijarê tune lê bele bersiva  vê daxwazê neyînî ye.

Wî got: Hêzên eskerî yên mayî yên Emerîkayê li Iraqê hinek misteşar in û behsa damezandina  meqera eskerî li vî welatî nehatiyekirin.

 Balyozê Iraqê li Rûsiyê got: Dewleta Bexadyê  lidarxistina meqerên  eskerî yên Emerîkayê li Iraqê qebûl nake bi curekê ku bi caran raghandiye ku  tu meqereke  eskerî ya Emerîkayê li Iraqê tine.

  Dîplomatê pilebilind  ê iraqî got: Ewlewiyeta ewil a parastina  hakimiyeta neteweyî ya Iraqê ye û l ser vê esasê biryardayîn li bara  hebûan  meqerên eskerî yên Emerîkayê li Iarqê tenê ser milê Bexdayê û ne aliyekî din e.

 Emerîka ku li sala 2011`an piştî heşt salan dagirkiriyê, plana  derketina hêzên xwe ji Iarqê cih anî li sala 2014an  û bi mehan rawestana li ber DAIŞê û se navê hevalbndiyeke  qaşo navneteweyî vegerya vî welatî.

  Hevalbendiya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi serkirdetiya Emerîkayê îdia dike ku ji sala 2014`an  meqerên DAIŞê li Iraq û Sûriyê bombebaran dike lê gelek belge hatine weşandin ku wan li halê  guhestina  rayedarên DAIŞ`ê,  gîhandina lîkariyê bo terorîstan û gîhandina  çek û sîlehan bo terorsîtên  DAIŞê nîşan dide.