Ebadî li dijî qanûna dayîna serpişkîyan bo parlimanterên iraqî derket
Tîrmeh 23, 2018 15:17 Asia/Tehran
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji Dadgeha Fêdêral xwest ku cihanîna qanûna dayîna serpişkîyan bo parlimanteran rawestîne.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, daxwaza Heyder Ebadî ji bo rawestandina qanûna dayîna serpişkîyan bo parlimanteran di çarçova aramkirina nerazîbûnên gelanî l iIraqê de bûye.
Ebadî tevî dijberîya li hemberî vê qanûnê got: Vê qanûnê dûhatên darayîyê ji bo welêt hene.
Parlimanterên iraqî vê dawîyê qanûnek pejirandin ku li gorî wê, parlimanter dikarin heta bi rojek parlimanterîyê, miaşê malnişînbûnê wergirin.
Eva li halekî ye ku parêzgehên başûr û navenda Iraqê di çend rojên buhurî de bûne qada xwenîşandanên giştî li hemberî rewşa bêserûber a xizmetguzarîyan û bêkarîya ciwanên iraqî.