Mercên eşîrên başûra Iraqê ji bo serokwezîrê vî welatî
Eşîrên parêzgehên başûra Iraqê hin merc ji bo serokwezîrê vî welatî kivş kirin û gef xwarin ku heke wan pêk neyne, xwenîşandan yê bên domandin.
Li gorî rapora Rusia Al Yewmê, eşîrên parêzgehên başûra Iraqê ji bo Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî merc kivş kirin û pêgirî kirin heta dema serêxwegirtina daxwazên wan dê xwenîşandanan bidomînin. Wan Ebadî bi tepeserkirina xwenîşanderan tawanbar kirine.
Bersivdayîna li hemberî daxwazên xwenîanderan, dûrketina ji tepeserkirina xwenîşanderan û xwedûrgirtina ji bikaranîna çekê li hemberî xwenîşanderan, mercên eşîrên parêzgehên başûra Iraqê ji bo serokwezîrê vî welatî ne.
Eşîrên parêzgehên başûra Iraqê gef kirin, her hêzê ku çekê li hemberî xwenîşanderan bikar bîne, ew ê bi çekê bersivê bidin.
Gelê parêzgehên başûr û navenda Iraqê ji ber rewşa bêserûber a xizmetguzarîyên giştî di warên ceryan û avê de û bêkarîya ciwanan ji 10 rojan berî niha ve dest bi xwenîşandanê kirine.
Dewletê jî ji bo kontrolkirina van xwenîşandanan hin biryar dane ku terxankirina bûcê û karkirina dewletê ji bo Besrê û plankarîyên demkurt û demdirêj ji bo xizmetguzarîyan ji wan in.