NATO baregehekê li Iraqê dadimezirîne
Serokê erkantîya fermandetîya navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navînê ragihand ku NATO yê payîzê baregeheke leşkerî li Iraqê damezirîne.
Li gorî rapora Rusia Al Yewmê, Cozêf Votil, Serokê erkantîya fermandetîya navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navînê got ku rola sereke ya vê baregehê dê perwerde be.
Wî herwiha got: Vekirina vê baregehê dê bandorê li pêşxistina hêzên ewelhîyê yên Iraqê û çaksazîya li pişka ewlehîyê bike.
Berî vîya çavkanîyekî leşkerî yê iraqî ragihandibû ku hêzên NATO`yê ku derbasî Iraqê dibin wê baregehekê damezirînin û dê 250 hêz û rahênerên leşkerî, maşînên leşkerî, zêrêhî, helekoptêr û balafirên bêfirokevan têde bi cih bibin.
Avakirina vê baregehê di dawîya îsal de kuta dibe û armanca wê jî pêşxistina perwerdekirina hêzên iraqî, alîkarîya bo xurtkirina nijyara ewlehîya netewî û damezirandina medreseyên leşkerî yên nû li Iraqê ye.
Berî vîya Yêns Istoltênbêrg sêkrêtêrê giştî yê NATO`yê ragihandibû ku komeke pisporan bi rêberîtya Kanadayê ji bo perwerdekirina hêzên iraqî pêk hatîye.