336 xwenîşanderên iraqî ku hatibûn girtin, azad bûn
Endamekî Komîsyona Bilid a Mafên Mirovan a Iraqê. ji azadbûna 336 xwenîşanderên ku vê dawiyê li bajarên başûrî û navendî yên vî welatî hatibûn girtin, agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, Fazil El Xerawî, roja îniyê li daxuyaniyekê ragihand li gorî amra ku herî dawî bi dest ketiye, heya niha 86 kesên li parêzgeha Necefê, 70 kes li parêzgeha El Musenayê û 180 kesên din jî li parêzgeha Mîsanê azad bûne.
Berî niha Elî El Mîrez El Şemerî, alîkarê vê komîsyonê agihandibû ku 12 kes di encama xwenîşandanên li başûrê Iraqê de hatine kuştin, 199 kes birîndar bûne û 540 kesên din jî hatine girtin û eva mînaka aşkera ya binpêkirina mafên mirovan dabû zanîn.
Nerizamendiyên gelanî yên li Iraqê, i du hefteyan beriya niha ve, destpêkê li parêzgeha Besrê li başûr û bona nîşandayîna nerizamendiya li hember pirsgirêka ceryan, av ê bêkariya ciwanên vê parêzgehê tevî çalakiya kompaniyên dervayî li meydanên niftê yên vê parêzgehê û herwiha nerizamendiya xelkê parêzgeha Wasitê li rojhilata Iraqê li hember rewşa ceryanê destpê bûn û berebere kişiya parêzgehên din ên li başûr û navenda Iraqê lê çend rojan piştî wê bi dawî hatin û niha bi awayekî perate li hin navçeyan berdewam in.
Ew xwenîşandan û nerizamendî li halekê ne ku bi derbasbûna du mehan ji birêveçûna hilbijartina parlimanî ya li Iraqê, hîn encamên dawîn ên wê, mane ser ji nûvehejmartina bi destan, dema parlimana berê bi dawî hatiye û dema pêkhatina parlimana nû û firaksiyona mezintir û dewleta nû jî hîn nezelal e.