Hevdîtina Ebadî digel nunerê taybet ê NY li Iraqê
Serokwezîrê Iraqê bi nunerê taybet ê NY li vî welatî re gotûbêj kir.
Li gorî rapora Somerye News`ê, nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê ragihand ku li hevdîtina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û Yan Kubish nunerê taybet ê NY li vî welatî, rewşa giştî ya Iraqê, dosîya xizmetguzarîya bo welatîyan, vegerandina istiqrarê û piştgirîya NY ji Iraqê di hemî waran de hatin hilkolandin.
Li gorî vê raporê, Yan Kubish li vê hevdîtinê pêgirî li ser piştgirîya NY ji Iraqê di hemî waran de kir û pesna bersiva erênî ya dewleta Iraqê li hemberî daxwazên welatîyan û pêngava cidî ya pêkanîna Komîteya Qeyranê û dayîna ferman û biryarên dewleta Iraqê da.
Ebadî jî li vê hevdîtinê got: Bihîstina daxwazên gel karekî zef girîng e û dewleta Iraqê ji bo dabînkirina hewcedarîyên hemî parêzgehan hewil dide.
Gelê parêzgehên başûr û navenda Iraqê ji 10 rojan berî niha ve bi nîşana nerazîbûna li hemberî kêmasîya ceryan, av û nebûna xizmetguzarîyên giştî û bêkarîya ciwanan dest bi xwenîşandanê kirine ku di encamê de heta niha 12 kes hatine kuştinê û gellek ajawegêr jî hatine girtinê.
Di vî halî de Fazil Gerawî endamê Komsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê îro li daxûyanîyekê ragihand: 336 kesên li xwenîşandanên vê dawîyê li şarên başûr û navenda Iraqê hatibûn girtinê, serbest hatin berdanê.