12 kes li xwenîşandanên vê dawîyê li Iraqê hatine kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293866-12_kes_li_xwenîşandanên_vê_dawîyê_li_iraqê_hatine_kuştinê
Komsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê piştrast kir ku 12 kes di encama xwenîşandanên vê dawîyê li şarên başûra vî welatî de hatine kuştinê û şîdeta li hemberî xwenîşanderan mînaka ``binpêkirina aşkira ya mafên mirovan`` zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2018 03:30 Asia/Tehran
  • 12 kes li xwenîşandanên vê dawîyê li Iraqê hatine kuştinê

Komsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê piştrast kir ku 12 kes di encama xwenîşandanên vê dawîyê li şarên başûra vî welatî de hatine kuştinê û şîdeta li hemberî xwenîşanderan mînaka ``binpêkirina aşkira ya mafên mirovan`` zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Mîrez Şemerî alîkarê serokê Komsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê duh li daxûyanîyekê bi gotina vîya ku di encama xwenîşandanên vê dawîyê li başûra vî welatî de, 12 kes hatine kuştinê, 199 kes birîndar bûne û 540 kes jî hatine girtinê, dîyar kir: Nerazîbûna li hemberî kêmasîya xizmetên giştî û bêkarîyê, mafê xwezayî yê gel bû lê hêzên ewlehîyê yên Iraqê bi ``şîdeta zêde ji asta rewa`` serederî digel nerazîyan kirin.

Şemerî herwiha got: Hêzên ewlehîyê yên Iraqê bi serederîya nebaş û gulleavêtina ser nerazîyan de, zêde ji asta rewa şîdet li hemberî nerazîyan bi kar anîn ku vê yekê rewş lihevalîyayîtir kir.

Sertîp Yehya Resûl berdevkê fermî yê erkantîya fermandetîya hevpar a Iraqê basa serederîya maqûl a hêzên ewlehîyê digel nerazîyan kir û pêgirî kir ku nabe nerazî bidin dû kesên ku dixwazin li hemberî hêzên ewlehîyê bisekinin.

Gelê parêzgehên başûr û navenda Iraqê ji ber rewşa bêserûber a xizmetguzarîyên giştî di warên ceryan û avê de û bêkarîya ciwanan ji 10 rojan berî niha ve dest bi xwenîşandanê kirine.