Ebadî seredana bargeha Heşda Şebî ya li Bexdayê kir
Serokwezîrê Iraqê li seredana bargeha Heşda Şeibî ya li Bexdayê, alûgorên herî dawîn ên ewlehiyê yên vî welatî hilkoland.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a ISNA`yê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê li vê seredanê ji bilî hevdîtina û gotûbêja bi Ebû Mehdî Muhemdis, alîkarê Heşda Şeibî û fermandeyên mêhwerên curbicur re, li ser girîngiya dewama çalakiyên ewlehî û istixbaratî bona nasîna endamên koma terorîst a DAIŞ`ê bona parastina serketinê pêgîrî kir.
Ebadî bal kişand ser vê yekê ku Bexda piştî şikestdayîna DAIŞ`ê li Iraqê, beşdarî operasyoneka taybet a hewayî ya ji bo jinavbirina komên terorîst ên li Sûriyê bû û herwiha got: Fikr û ramanên terorîstî hîn jî piştî serketina leşkerî ya li hemberî terorîsmê, li navçê hene.
Serokwezîrê Iraqê ji hêzên ewlehiyê ku bi yekbûna xwe ewlehî û aramiyê vegerandine Iraqê, xwest piştgiriya ji nûveavakirina welêt bikin û dîsan jî yekbûn û hevkariya xwe ya bi welatiyan re biparêzin.
Li gorî raporeka din a ji Iraqê, li dû çend teqînên ji aliyên DAIŞ`ê dijî polîs û Heşda Şeibî li rojavaya Bêciyê li parêzgeha Selahedînê, çend kes birîndar bûn.
Dewleta Iraqê di Kanûna 2017`an de bi dawîhatina hebûna leşkerî ya Koma Terorîst a DAIŞ`ê ragihand lê paşdamaiyên vê koma terorîst bi awayekî perate, hin êrişan ser hin navçeyên Iraqê cih tînin.