Daxwazên sereke yên desteya hevpar a kurdan li Bexdayê
Tîrmeh 19, 2018 11:31 Asia/Tehran
Rêvebirekî Yekitîya Niştîmnî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got: Vegera hêzên Pêşmerge bo deverên kêşeliser û dayîna miaşên wan du daxwazên sereke yên desteya hevpar a PDK û YNK ji Bexdayê ne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Xîyas Sûrçî li koma nûçegihahan got: Desteya hevpar a YNK û PDk ku seredana bexdayê kirîye ev in: Vegera hêzên Pêşmerge bo deverên kêşeliser û dayîna miaşên wan.
Sûrçî herwiha got ku cihanîna madeya 140 a destûra bingehîn a Iraqê û terxankirina bûca tam bo Herêma Kurdistanê daxwazên din ên desteya kurdan in û dîyar kir: Desteya YNK û PDK wê li Bexdayê herwiha daxwaza cihanîna rêketinama nift û gazê ya di navbera Bexda-Hewlêrê de bike.
Şayanî gotinê ye ku desteya hevpar a YNK û PDK duh giheşte Bexdayê.