Xwenîşanderên iraqî 3 roj mecal dan dewletê
Nunerên xwenîşanderên li parêzgehên başûr û navenda Iraqê 3 roj mecal dan dewletê ku daxwazên wan cih bîne û ew jî xwenîşandana biaştî ya niha bi dawî bînin.
Li gorî rapora Bexdad Postê, nunerên xwenîşanderên li parêzgehên başûr û navenda Iraqê duh ji bo kutakirina nerazîbûnên xwe 14 daxwaz hilêxistin û 72 siet mecal dane dewletê ku wan dabîn bike.
Wan herwiha xwestin ku daxwazên wan ên çardexalî bi rêya merceyê pilebilind ê şîeyan ayetulah Seyîdelî Sîstanî bigihêjin destê dewleta fêdêral a Iraqê.
Hilweşandina civatên parêzgehan û yên herêmî û ibtalkirina miaşê malnişînîya hemî endamên wan, rakirina miaşê malnişînîya serokomarîyê, wezîrên kabînê, parlimanteran, alîkarên wezîran û rêvebirên giştî, hilweşandina nivîsgehên lêgerên giştî yên hemî wezaretxanan, hilweşandina Desteya Nezahe û nivîsgehên wê li hemî parêzgehan, rakirina serpişkîyên berfire û kêmkirina miaşê parlimanteran anegorî bawernama wan a xwendinê wek pişkek ji daxwazên xwenîanderên iraqî hatine ragihandin.
Xwenîşanderan herwiha xwestine:
Endamên desteya birêvebirina balafirgeha navnetewî ya Necefê bên muhakimekirin û wêdadayînê
Pêkanîna Dadgeha Gel û bijartina endamên wê ji alîyê gel û merceîyetê va ji bo muhakimekirina gendelên aborîyê
Damezirandina hêzgehên berhemanîna ceryanê bi hevkarîya Almanê
Pêkanîna komîteyekê ji merceyên iraqî û mafnasên navdar ên zannîgehan ji bo guhertina destûra bingehîn
Rakirina pergala hilbijartinan a Sant Lîgoyê û danîna qanûna dengên herî zêde bêyî lîsteyên partîyan
Lihevkirina digel şîrketên sermayeguzar ên cîhanî ji bo ku dewsa şîrketên ser bi partîyan li projên welêt bigire
Istixdamkirina kesan bi mêkanîzmeke nû ji bo garantîkirina mafên her kesî
Parvekirina guncav a pişka hevwelatîyan ji niftê
Raberkirina belaş a xizmetguzarîyên giştî yên wek av, ceryan û tenduristîyê