Serneketina hewildana DAIŞ`ê ji bo pêkanîna komployê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê
Yek ji berpirsên herêmî yên bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê ragihand: Komploya hisabên sexte yên ser bi koma têrorîst a DAIŞ`ê li nav torên civakî bi armanca pêkanîna komployê li Iraqê têk çû.
Hejmarek ji hisabên sexte li nav torên civakî yên ser bi jkoma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Nêynewayê ji gelê Mûsilê xwestibûn ku beşdarî xwenîşandana dijî dewletê bin ku ev komplo tûşî dijauyetiyên gelanî bû.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê, Ebdulkerîm Ebîdî Sikritirê gişt ê Komeleya Rûniştiyên Mûsilê ji dewleta Iraqê xwest ku kontrola sînorê Iraq û Sûriyê zêde bike û rê nede ku endamên DAIŞê bi taybet ji navçeya El Beiacê derbasê vê herêmê bibin.
Li vî halî, Çavkaniyeka ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku hêzên iraqî karîne jineka ser bi têrorîstan ku kembera wê ya teqînê hebû li bajarê Xaniqînê li parêzgeha Diyalê bigirin.
Dewleta Iraqê roja 21ê Kanûna 2017an bidawîhatina hebûna leşkerî ya koma têrorîst a DAIŞê ragihand, lê têrorîstên mayî hin êrîşan li hin navçeyên vî welatî cih tînin.