Beşek ji hêzên iraqî ji Kerkûkê vekişiyan
Berpirsekî YNKê ragihand, beşek ji hêzên Iraqê ji Kerkûk û Xurmatû hatine vekişandin û bo derdora Bexda û başûrê Iraqê hatine birêkirin. Wî berpirsê YNKê, sedema vekişandina hêzên iraqî bo berfirehbûna xwepêşandanan li bajarên başûr û nawerast a Iraqê vegerand.
Li gorî rapora Kanala Rûdawê, Berpirsê Melbenda 16 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hemrînê , Mela Keîrm Şukur ragihand: “Beşek ji hêzên iraqî û bi taybrt ew hêza ku jê re tê gotin, Hêza Bersivdana Bilez, ji Xurmatû û sînorê Kerkûkê vekişiyaye.”
Mela Kerîm Şukur herwiha da xûyakirin, li sînorê Kerkûkê jî beşek ji hêzên Polîsê Federalî ber bi sînorê Bexdayê ve hatine vekişandin.
Bi gotina wî berpirsê YNKê, “vekişandina wan hêzên iraqî bûye sedem ku valahiya ewlehiyê li sînorê parêzgeha Kerkûkê û Xurmatû derkeve û ew yek jî dibe sedem ku metirsiya liv û tevgerên DAIŞ`ê zêdetir bibe.”
Berdevkê Hêzên Heşda Şeibî li Kerkûkê (Elî Hisênî) jî ragihand, ku li ser biryara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, hêzên bersivdana bilez û polîsên federalî ji sînorên parêzgeha Kerkûkê hatin vekişandin û ber bi parêzgehên başûr û navenda Iraqê ve çûn.
Wî herwiha got: Armanca kişandina wan hêzan, parastina ewlehî û aramiya parêzgehên başûrê Iraqê ye.
Di çend rojên bihorî de, xwepêşandanên nerazîbûnê li çend bajarên başûr û navendê yên Iraqê dest pê bûne, ku bi derbasbûna demê re ew xwepêşandan berfirehtir dibin.
Ji ber berfirehbûna xwepêşandanan, Iraqê tevahiya hêzên xwe yên leşkerî û ewlahiyê xistine amadebaşiyê.
Herwiha di xwepêşandanan de, di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê yên iraqî de jî alozî û pevçûn derketine û li Besra û çend bajarên din hejmarek welatiyên xwepêşander hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.