Li Besrayê di xwepêşandanê de 2 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293696-li_besrayê_di_xwepêşandanê_de_2_kes_hatin_kuştin
Di encama pevçûna navbera polîs û xwepêşanderan de li bajarê Besrayê ya başûra Iraqê 2 kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2018 10:47 Asia/Tehran
  • Li Besrayê di xwepêşandanê de 2 kes hatin kuştin

Di encama pevçûna navbera polîs û xwepêşanderan de li bajarê Besrayê ya başûra Iraqê 2 kes hatin kuştin.

Li bajarê Besra yê Iraqê di xwepêşandan û aloziyan de 2 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.

Ev çend roj in li hin deverên başûr yên Iraqê bi taybet li bajarê Besra xwepêşandan ji ber nebûna îmkan û bê karî û nebûna xizmetkariyan didomin.

Îro danê sibê jî li Besrayê xwepêşandan hat kirin û xwepêşanderan xwastin bikevin avahiya parêzgariyê (walîtiyê) lê hêzên ewlehiyê fîşek bi ser wan de avêtin û pêşiya wan girtin.

Li gorî agahiyan, di encama wan aloziyan de 2 kes hatin kuştin û komek kes jî birîndar bûn. Alozî hîn didome.