Li hemî deverên Iraqê tûrên civakî bi taybet Facebook hatin astengkirin
Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistana Iraqê Ûmîd Mihemed ragihand, ku bi biryareke hikûmeta Iraqê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê înternet hatiye girtin û tûrên civakî yên wek facebook hatine astengkirin.
Li gor nûçeya IRNAyê ev çend roj in li gelek parêzgehên Iraqê li hember kêmbûna xizmetguzariyan xwepêşandan tên kirin. Hikûmeta Iraqê ji bo pêşiya belavbûnba xwepêşandanan bigre û kes ji vê rewşê îstifadeya xirab neke, biryara girtina internet û facebookê da.
Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê Ûmîd Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Ji bilî facebookê, hikûmeta Iraqê ji bo qutkirina xetên înternetê jî guvaşan dike.”
Hikûmeta Iraqê duh danê sibê xetên înternetê yên piraniya bajar û bajarokên Iraqê qut kiriye û daxwaz dike li tevahiya Iraqê internet were sekinandin.
Xwepêşandanên xelkê Iraqê bi taybet ya Besrayê li dij bêkarî, bêserûberî û nebûna xizmetguzariyan ketiye roja xwe ya şeşan.
Li gor nûçeya kanala libnanî ya Al-Mayadeenê ya êvara înê, li parêzgeha mîsanê di navbera xwepêşanderan û polîs pevçûn çê bû ku di encamê de 30 kes birîndar bûn.