Hevalbendiya Feth: Me tu sozek têkildarî Kerkûkê nedaye Kurdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293672-hevalbendiya_feth_me_tu_sozek_têkildarî_kerkûkê_nedaye_kurdan
Berdevkê Hevalbendiya Fethê ji hebûna hevhatineka pirr baş di navbera vê hevalbendiyê û hevalbendiyên Dewleta Qanûnê, El Nesr, Hêzên Sune û Partiyên kurdistanî de agahî da lê soza bo Kurdan a têkildarî Kerkûkê derew da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2018 13:35 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya Feth: Me tu sozek têkildarî Kerkûkê nedaye Kurdan

Berdevkê Hevalbendiya Fethê ji hebûna hevhatineka pirr baş di navbera vê hevalbendiyê û hevalbendiyên Dewleta Qanûnê, El Nesr, Hêzên Sune û Partiyên kurdistanî de agahî da lê soza bo Kurdan a têkildarî Kerkûkê derew da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Ehmed El Esedî li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a El Itcah Press`ê re, bal kişand ser vê yekê ku Hevalbendiya Fethê bi hevalbendî û partiyên iraqî re li ser pêkanîna dewleteka giştalî gotûbêj kiriye û got: Rewşa niha ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê ji bo pêkanîna dewletekê ji partiyên opozosyonê li Iraqê, guncav nîne.

El Esedî herwiha got: Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, vê dawiyê bi Amirî û Malikî, serokên hevalbedniyên Feth û Dewleta Qanûnê re û Hevalbendiya Hêzên Sunî û partiyên kurdistanî re hevhatinên pirr baş bi dest xistine û bi zûtirkê wê nûçeya hevpeymaniya Fethê bi van hevalbendî û partiyan re were weşandin.

El Esedî raporên li ser sozên Hevalbendiya Fethê bo Kurdan ji wan li ser meselên têkildarî Hêzên Pêşmerge, parêzgeha Kerkûkê û navçeyên kêşeliser derew da zanîn.