20 têrorîstên DAIŞ`î li Mûsila Iraqê hatin kuştinê
Navenda ragehandinê ya asayişa Iraqê ragehand ku, li Mûsilê 9 tûnêl hatine dîtin, ji wan du hatine teqandin ku, tê de 20 çekdarên DAIŞ`ê hebûn.
Li gorî rapora Somerye News`ê, Berdevkê navenda ragehandinê yê asayîşa Iraqê emîd Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragehand ku, hêzên me di encama operasyonên li Neynewayê de 9 tûnêl li navçeya Badoşê keşif kirin, du ji wan tûnêlan bombekirî bûn ku hatin teqandinê.
Wî berpirsê leşkerî yê Iraqê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, di encama teqandina wan herdu tûnêlan de 20 têrorîstên DAIŞ`î hatin kuştin, herwiha aşkere kir ku, 15 mûşekên Katyoşa li navçeya Bidne El-Kebîr hatin dîtin û paşê hatin jinavbirin.
Heta niha bi dehan tûnêlên têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê û derdora wê ji aliyê asayîşa Iraqê ve hatine dîtin ku di wan de hejmareke zêde ya çekan jî hebûye.