Serokwezîrê Iraqê, daxwaza zêdebûna hewldana îstixbaratî li dijî DAIŞ`ê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293483-serokwezîrê_iraqê_daxwaza_zêdebûna_hewldana_îstixbaratî_li_dijî_daiŞ_ê_kir
Serokwezîrê Iraqê, xwest ku bila hewldanên îstixbaratî û eskerî ji bo girtina pêşiya girtina terorstan li parêzgeha Diyalê bên berfirehkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2018 15:54 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Iraqê, daxwaza zêdebûna hewldana  îstixbaratî li dijî DAIŞ`ê kir

Serokwezîrê Iraqê, xwest ku bila hewldanên îstixbaratî û eskerî ji bo girtina pêşiya girtina terorstan li parêzgeha Diyalê bên berfirehkirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, û ji zarê malpera nûçan a Dicleyê, Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê gişt hêzên çekdar ên Iraqê îro duşemiyê li sefera  parêzgeha Diyalê, tevî hevdîtina bi fermandên ewlehiyê re li meqera  fermandehiya vê parêzgehê got: Divê operasyonên  hûr û kûr û berdewam li dijî paşmayiyên  komên cinayetkar ên DAIŞ`ê cih werin û hemî veşartgehên  wan werin  peydakirin û bên kavilkirin û rê nedin ku ji bin barê cizakirinê birevin.

 Ji 7 Tîrmehê, operasyona  eskerî ya berfireh a hêzên hevpar ên iraqî ji bo paqijkirina navçên rojhilata bajarê Tûzxormaûyê û riya Diyalê- Kerkûkê destpê bûye.

  Li gor raporeke din, navenda ragahndinê ya  erkantiya feermandehiya  hevpar a Iraqê li bara kuştina  20 terorstên DAIŞ`ê li gundê Badûşê li bakurê parêzgeha  Neynewayê agahî da û got: Vê erkantiyê kariye 9 tûnlên  bin erdê yên  maynkirî û 75 maynên destçêkirî yên DAIŞ`ê li vî bajarî û gundên  Qeryet El-Selam û El-Dewaneş û Bedene  El-Kebîrê tev 15 mûşekên  Katyûşa peyda bikin û pûç bikin.

  Di hemne demê de, hêzên  Heşda Şebî yên Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê li bara bêencambûna  êrişa  çar sebebkarên  întiharî yên DAIŞ`ê li bakurê parêzgeha  Selahedînê û kuştina wan agahî dan.

 Qasim Muslih ji fermandên  Heşda Şebî li beşa rojava  parêzgeha  Enbarê jî raghand ku topxana  Heşda Şebî bi bombebarana  navça sînorî ya El-Sûseyê ya Sûriyê karî ku  serkirdeyekî DAIŞê tev  hjmarek din ji terorîstan bikujin.