Vegeryana 373 awareyên iraqî bo malên xwe li Neynewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293339-vegeryana_373_awareyên_iraqî_bo_malên_xwe_li_neynewayê
Wezareta Koçberiyê ya Iraqê li bara vegeriyana 373 awareyan bo navçên azadbûyî û paqijkirî yên parêzgeha Neynewayê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2018 15:16 Asia/Tehran
  •  Vegeryana  373 awareyên iraqî bo malên xwe li Neynewayê

Wezareta Koçberiyê ya Iraqê li bara vegeriyana 373 awareyan bo navçên azadbûyî û paqijkirî yên parêzgeha Neynewayê agahî da.

 Li gorî rapora Sumeriye News`ê, Wezareta Koçberiyê ya Iraqê li bara vegeriyana  373 awareyan bo parêzgeha  Neynewayê û hez û meyla  pir kesan bo vegeryana bo malên xwe li navçên  azad û paqijbûyî agahî da.

  Setar Newroz, rêveberê giştî yê karûbarên Wezareta  koçberiyê ya Iraqê ragihand: Odeya operasyonê ya vê wezaretaxanê bi hevkariya  wezareta veguhestinê û fermandehiya  hevpar a operasyona  parêzgeha  Neynewayê, hinek otûbûs ji bo veguhestina  xelkê û hejmarek kamyonan bo kelûmelên wan terxan kirin.

 Wî her wiha got: Armanca sereke ya  vê wezaretxanê vegerandina  xelkê bo navçên wan li bajarê Mûsilê û bajarên din e. Her wiha  hejmarek din  ji xelkê aware hene ku hez dikin vegerin  navçên azadbûyî.