Heyder Ebadî daxwaza kêmkirina hejmara rawêjkarên amerîkî li Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293288-heyder_ebadî_daxwaza_kêmkirina_hejmara_rawêjkarên_amerîkî_li_iraqê_kir
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi desteyek ji Kongreya Amerîkayê daxwaza kêmkirian hejmara misteşarên amerîkî li Bexdayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2018 08:36 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî daxwaza kêmkirina hejmara rawêjkarên amerîkî li Iraqê kir

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi desteyek ji Kongreya Amerîkayê daxwaza kêmkirian hejmara misteşarên amerîkî li Bexdayê kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê ji zarê Sûmiriyê, Ofîsa serokwezîrê Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand: Li vê hevdîtinê kêmkirina hejmara misteşarên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê, pêwendiyên dualî, piştigirya ji Bexdayê li hemî waran da û rewşa niha li navçeyê kete ber behs û hilkolandinê.

Li gorî nûçeyeka din, Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî bi dayîna daxûyaniyekê itirafên balyozê Amerîkayê li Bexdayê nîşana destwerdanên aşkira yên Amerîkayê li Iraqê û rola wî welatî li dagirkirina bajarên Iraqê bi destê DAIŞê da zanîn.

Balyozîê berê yê Amerîkayê li Iraqê, Kirîstofêr Hîl li nivîsarekê mukur hatiye ku pêspartiya wî li Bexdayê hilweşandina Nûrî Malikî bi piştgiriya ji dijberên iraqî bûye.

Amerîkayê sala 2011an çekdarên xwe ji Iraqê derxistin, lê sala 2014an û piştî pêkanîna DAIŞê û bi mehneya şerê dijî vê koma xweçêkirî, çekdarên xwe şandine Iraqê. Niha derdora pênc hezar çekdarên amerîkî li Iraqê ne.