Destpêbûna opêrasyona hêzên iraqî dijî DAIŞ`ê li Dîyalê
Piştî zêdebûna liv û tevger û herwiha êrişên têrorîstên DAIŞ`ê, hêzên ewlekarîyê yên Iraqê li parêzgeha Diyale dest bi operasyonekê ji bo jinavbirina şaneyên razayî yên wê rêxistinê kirine.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Somerye News`ê, Fermandarên leşkerî li Diyale dibêjin, li gundên dûr, êrîşî têrorîstên DAIŞ`ê dikin û navendên ku DAIŞ ji bo çalakiyên xwe bikar tîne jinav dibin.
Xelkê navçeyên Diyale jî alîkariyên hêzên emnî dikin û agahiyan derbarê cihê têrorîstên DAIŞ`ê didin hêzên emnî.
Cîgirê Fermandeyê Çiqa Yek a Peya, Muqedem Sureyd Suheyl Hesen li koma nûçegihanan got: “Hêzên emnî yên Iraqê li gundên Hewz, Mixîse, Kube û Çelebî bi cih bûne, me roleke mezin li baxên derdorê de lîstiye, grûpên terorîst li wan gundan hebûn.”
Cîgirê Fermandeyê Çiqa Yek a Peya, Muqedem Sureyd Suheyl Hesen dibêje: “Agahî di derbarê şaneyên razayî yên nav baxan de hebû, lewma me operasyoneke leşkerî encam da, bombên çandî têde hatin dîtin û teqandin û hin bomebên din jî hatin rakirin.”
Di operasyonê de welatiyên deverê û çekdarên Heşda Eşîran, alîkarî dan hêzên ewlekariyê ji bo têrorîstên DAIŞ`ê.
Herwiha armanca operasyona leşkerî ji bo paqijkirina bax û xaniyên çolkirî ew e ku koçber vegerin û şaneyên razayî yên DAIŞ`ê jî werin jinavbirin.