Hêzên iraqî ber bi Kerkûkê va çûn
Tîrmeh 02, 2018 15:35 Asia/Tehran
Çavkanîyên ewlehîyê ragihandin ku hêzên iraqî ber bi Kerkûkê va çûn û operasyoneke berfire li dijî terorîstên DAIŞ`ê li vê parêzgehê hat destpêkirin.
Li gorî rapora malpera Al Nahreynê, çavkanîyên hanê ragihandin ku hêzên taybet ên polîs ên Iraqê jî bi merema operasyona berfire ya dijî DAIŞ`îyan ber bi deverên derdora Kerkûkê ve çûn.
Eva li halekî ye ku efserekî polîs li parêzgeha Kerkûkê ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê, ji Rusia Al Yewmê re got ku terorîstên DAIŞ`ê li gundên başûra Kerkûkê dest bi hin liv û tevgeran kirine û dil hene bi komkirina hêzan dest bi têrorê bikin.
Têrorîstên DAIŞ`ê di hefteyên buhurî de li Kerkûkê dest bi hin liv û tevgeran kirine ku revandina sivîlan li nuqteyên lêgerînê ji wan e.