Girtina du serkirdeyên DAIŞ`ê li Diyala Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293216-girtina_du_serkirdeyên_daiŞ_ê_li_diyala_iraqê
Serokê Komîta Ewlehiyê ya Konseya walîtiya Diyala Iraqê raghand: Hêzên îstixbaratî û rawestana li ber terorîzmê yên vê parêzgehê bi hevkariya polîs karîn ku li operasyonekê li rojhilata parêzgeha Diyalê, 2 kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2018 13:18 Asia/Tehran
  •  Girtina du serkirdeyên DAIŞ`ê li Diyala Iraqê

Serokê Komîta Ewlehiyê ya Konseya walîtiya Diyala Iraqê raghand: Hêzên îstixbaratî û rawestana li ber terorîzmê yên vê parêzgehê bi hevkariya polîs karîn ku li operasyonekê li rojhilata parêzgeha Diyalê, 2 kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê girtin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê, ji zarê El-Neşreyê, Sadiq Huseynî serokê komîta ewlehiyê ya  Konseya  walîtiya Diyalê got: Ev operasyon li kûratiya navça Qizlaxê li 70 kîlûmêtriya  rojhilata Beqûê cih hat û çekên van terorîstan ku li gelek cinayetan ji wan kuştina hêzên polîs dest hebûne, jî hatin zewtkirin.

Pêştir jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê, piraniya serkirdeyên  DAIŞ`ê li mehên derbasbûyî li navçên curbicure  parêzgeha Diyalê girtibûn.

 Li gor nûçeyeke din, piştî êrişa întiharî ya roja  yekşemiyê ser navenda xweyîkirina  sindûqên dengan li parêzgeha  Kerkûka Iraqê, çend partiyên iraqî armanca kiryarên bi vî rengî birêxistina  şerê eşîretî dan zanîn û daxwaza rawestana cidî li ber wê kirin.

 Ehmed El-Esker  serokê hevalbendiya hilbijartinê yên partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li parêzgeha  Kerkûkê li daxûyaniyekê raghand: Li gor şêwaza teqînê û dem û cihê wê kivş dibe ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê têde dest hebûye.

 Terorîstên tekfîrî yên DAIŞ` ê roja yekşemiyê û li bereberê destpêbûna  operasyona  hejmartina  dengên hilbijartinê,  êriş kirin ser navenda  xweyîkirina  sindûqên dengan li Kerkûkê ku li encama wê 14 kes ji hêzên ewlehiyê û  zêrevanê avahiya  vê navendê birîndar bûn.