Planên nû yên Heşda Şebî ji bo dabînkirina ewlehiya riya Bexda-Kerkûkê
Piştî hewldana koma terorîstî ya DAIŞ`ê ji bo derbasbûna nava riya Bexda-Kerkûkê li bakurê Iraqê, fermandê mêhwera bakurî ya Heşda Şebî li bara amadekirina planên nû ji bo dabînkirina ewlehiya vê riyê agahî da.
Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, Ebû Riza El-Necar fermandarê mêhwera bakurî ya Heşda Şeibî roja Şemiyê bal kişande ser cinayeta nû ya koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê li îdamkirina heşt welatiyên sivîl ên iraqî li riya Diyalê-Kerkûkê li bakurê vî welatî û got: "Berpirsên hêza Heşda Şebî û operasyona hevpar ji bo dabînkirina ewlehiya riya Bexda-Kerkûkê û navçên ku terorîst têde bi cih bûne, civînên berdewam lidarxistin".
Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên nûçan li bara êrişa kesekî xwekuj ser cihê xweyîkirina sindûqên dengan ên hilbijartina parlemanî li parêzgeha Kerkûkê agahî dan û ragihandin ku li encama vê êrişê, hejmarek ji hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Di hemen demê de, Îskender Vetot, nûnerê komîsyona ewlehiyê û berevaniyê ya parlemana Iraqê bal kişand ser hizûra hezar endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê û navça Metîbîce ya navçeyî navbera Diyale, Kerkûk û Selahdînê û li bara giranbûan êrişên terorîstî hişyarî da.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji wan artêş, polîs, Heşda Şeibî û hêza hewayî ya amadeyî dabînkirina ewlehiya riya Bexda- Kerkûkê ne û dixwezin ku navça Suleyman Beyg heya parêzgeha Diyalê tam ewleh bikin da ku pêşiya her cure nifûza terorîstan li vê navçê bigrin.