Alîkarê Selîm Cebûrî: Çalakiya parlimana Iraqê bi dawî hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293161-alîkarê_selîm_cebûrî_Çalakiya_parlimana_iraqê_bi_dawî_hat
Alîkarê dudiyan ê Serokê Parlimana Iraqê, Aaram Şêx Mihemed ragihand: Çalakiya Parlimana Iraqê roja bihurî anku Şemiyê bi dawî hat û êdî nayê dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2018 06:19 Asia/Tehran
  • Alîkarê Selîm Cebûrî: Çalakiya parlimana Iraqê bi dawî hat

Alîkarê dudiyan ê Serokê Parlimana Iraqê, Aaram Şêx Mihemed ragihand: Çalakiya Parlimana Iraqê roja bihurî anku Şemiyê bi dawî hat û êdî nayê dirêjkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Farsê ji zarê Kanala Têlêvîziyoniya Sûmiriyê, dadgeha Fêdêral a Iraqêî beriya viya jî hikmê dirêjnekirina heyama parlimana Iraqê dabû, lê hin aliyên siyasî û nûneran daxwaza çalakiya wê heta dema diyarbûna encamên hilbijartina pûarlimanî ya meha Gulana 2018an kirin.

Li vî halî, Lêys Ceber hemze, berdevkê Komîsiyon Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê qala destpêbûna hejmartina destî ya dengên hilbijartin aparlimanî ji roja şemiya vê hefteyê li vî welatî kir û got: Ev kar bi amadebûna endamên vê komîsiyonê li ofîsên hilbijartinê li parêzgehên Kerkûk, Hewlêr, Dihok, Silêmaniye, Selahedîn, Nêynewa û Enbarê dê pêk were.

Dadgeha qanûna bingehîn a Iraqê roja 21ê Hezîranê razîbûna xwe derheqê betalkirina encamên hilbijartinê yên li derveyî welêt û hejmartina destî ya sedî 10ê gişt dengên hilbijartina parlimanî ya vî welatî kiribû.

Dora çarem a hilbijartin aparlimanî ya Irqê roja 12ê Gulana 2018an bi beşdariya zêde ji sedî 44ê xwedanmercên beşdariyê bi awayê tam elektronîkî hat lidarxistin.

Li dora çarem a hilbijartina parlimanî ya Iraqê ku roja 12ê Gulana 2018an hat lidarxistin, lîsta hilbijartinê ya sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr bi 54 kursiyan, El feth bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan, El nesr bi serokatiya Heyder Ebadî bi 42 kursiyan di pileyên yekem heta sêyem da cih girtin.