Daxwaza Fual Mesûm ji komên siyasî yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293158-daxwaza_fual_mesûm_ji_komên_siyasî_yên_iraqê
Serokomarê Iraqê ji komên siyasî yên vî welatî xwest ku encamnên hejmartina destî ya dengên hilbijartina parlimanî ya vî welatî bipejirînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2018 06:02 Asia/Tehran
  • Daxwaza Fual Mesûm ji komên siyasî yên Iraqê

Serokomarê Iraqê ji komên siyasî yên vî welatî xwest ku encamnên hejmartina destî ya dengên hilbijartina parlimanî ya vî welatî bipejirînin.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Sputnikê, Fuad Mesûmê serokomarê Iraqê bi daxûyaniyekê bi boneya bidawîhatina heyama parlimana niha ya vî welatî destnîşan kir: Serokomartiya Iraqê ji komên siyasî yên iraqî dixwaze ku encamên hejmartina ji nû ya destî ya dengên hilbijartina parlimanî bipejirînin. tevahiya fraksiyonên siyasî jî divê rêzê li demajoyên qanûnî ji bo lidarxistina civîna yekem bigirin.

Wî di dewamê da destnîşan kir: Serokomartiya Iraqê ji Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinê dixwaze ku hemî hewildana xwe ji bo ragihndina encamên dawî bide. Komên siyasî û welatî jî divê asta herî bilind a hişuyarî û berpirsiyariyê ji bo girtina pêşiya qewimîna pirsgirêk an qeyranê li welêt di heyama niha heta dema ragihandina encamên dawîn ên hilbijartina Iraqê û piştrastkirina wê ji aliyê Dadgeha Fêdêral va derbas bikin.