Destpêbûna valatiya qanûndanînê li Iraqê bi bidawîhatina dewra çalakiya Parlemanê ya dewra pêşîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293145-destpêbûna_valatiya_qanûndanînê_li_iraqê_bi_bidawîhatina_dewra_çalakiya_parlemanê_ya_dewra_pêşîn
Îro bi bidawîhatina dema qanûnî ya Parlemana Iraqê, ev welata derbasî dewreka valatiya qanûnî ya nebûna teşkîlata qanûndanînê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2018 15:13 Asia/Tehran
  • Destpêbûna valatiya qanûndanînê li Iraqê bi bidawîhatina dewra çalakiya Parlemanê ya dewra pêşîn

Îro bi bidawîhatina dema qanûnî ya Parlemana Iraqê, ev welata derbasî dewreka valatiya qanûnî ya nebûna teşkîlata qanûndanînê bû.

Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, biryar bû parlemana Iraqê îro ji bo dirêjkirina dema dewra çalakiya xwe, civînekê pêk bîne, lê ji ber amadenebûna pirraniya nûneran li Meclisê, ev plana bê encam ma û di praktîkê de ji îro şûnda Iraq derbasî nav valatiyeka qanûnî ya nebûna qanûndaneriyê bû.

Li gorî vê raporê, Parlemana Iraqê ku dewra wê ya qanûnî îro bi dawî dihat, di pratîkê de têk çû. Niha bi bidawîhatina dewra qanûnî ya Parlemana Iraqê, ev welata dê heya pêkhatina Parlemana nû ya vî welatî, tûşî valatiya saziya qanûndaner be û divî tevgerên siyasî yên vî welatî hewl bidin demlidest berbendên pêşberî pêkhatina Parlemana nû rabikin.

Encamên hilbijartina vê dawiyê ya Iraqê ku biryar e anegorî wê nûnerên Parlemana nû werin nasandin, hîn ji aliyê saziyên berpirsyar ve nehatiye erêkirin û komîteyeka taybet, berpirsa hilkolandina encamên vê hilbijartinê ye.

Rast e ku parlemana Iraqê ya berê ji îro ve berpirsyariyên xwe yên li karên qanûndanînê ji dest dane, lê hîn jî hêjatiya wê ya çavdêriya li ser ji nûvehejmartina dengên hilbijartina parlemanî ya vê dawiyê heye.

Berî niha Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, dijî dirêjkirina dema çalakiya Parlemana vî welatî derketibû û anegorî qanûna bingehîn a vî welatî jî dirêjkirina vê dema çarsalî neqanûnî ye lê hin tevgerên siyasî yên Iraqê hewl didan tevî rewşa heyî û derngmayîna encamên hilbijartinan, dewra çalakiya parlemanê herîkêm ji bo çend mehan dirêj bikin.