Êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser başûrê rojavaya Kerkûkê bê encam ma
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293143-Êrişa_terorîstên_daiŞ_ê_ser_başûrê_rojavaya_kerkûkê_bê_encam_ma
Hewldana terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê ji bo ketina nav gundê Kurdî El Nasirê li başûrê rojavaya parêzgeha Kerkûka Iraqê bê encam ma.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2018 14:30 Asia/Tehran
  • Êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser başûrê rojavaya Kerkûkê bê encam ma

Hewldana terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê ji bo ketina nav gundê Kurdî El Nasirê li başûrê rojavaya parêzgeha Kerkûka Iraqê bê encam ma.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sûmêriye News`ê, li dû hewldana tekfîriyan ji bo ketina nav başûrê rojavaya Kerkûkê, hin pevçûnên giran di navbera terorîstan û xelkê gundê Kurdî El Nasirê de qewimîn û terorîst neçar man ku paşda vekiçin.

Kanala Rûdawê ragihand: Li dû teqîna sibeha îro li depoyeka çek û madeyên teqandinê li navçeya Hereke ya li parêzgeha Hewlêrê li bakûra Iraqê, hin xisarên malî li vê depoyê ketin.

Elî El Hisênî, berdevkê fermandetiya mêhwera başûr a hêzên Heşda Şebî ya Iraqê, bal kişand ser operasyona demlidest a berfireh  ya ji bo şopandina endamên terorîst ên DAIŞ`ê li parêzgehên Kerkûk, Diyalî û Selahedînê û got: Hêzên hevpar ên ewlehiyê yên Iraqê, mideha çend rojên tê, dê vê operasyona mezin destpê bikin û hin yekîneyan ji bo girtina pêşiya qewimîna bûyeran li ser rêya Bexda û Kerkûkê, bicih bikin.

El Hisênî, herwiha bal kişand ser cinayeta vê dawiyê ya Koma Terorîst a DAIŞ`ê ya kuştin û pirtîpirtîkirina 8 kesên sivîl ên iraqî û herwiha got: Dosiyeyeka taybet a li astên bilind ji bo şopandina dosya vê cinayetê û îdamkirina sebebkarên wê vebûye.