Ebadî: Em ê bi terorîstan re muzakirê nekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293136-ebadî_em_ê_bi_terorîstan_re_muzakirê_nekin
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku tenê reftar û kiryara li hemberî terorîstan ji navbirina wan e, û destnîşan kir: Welatê wî bi terorîstan re muzakirê nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2018 13:22 Asia/Tehran
  • Ebadî: Em ê bi terorîstan re muzakirê nekin

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku tenê reftar û kiryara li hemberî terorîstan ji navbirina wan e, û destnîşan kir: Welatê wî bi terorîstan re muzakirê nake.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, li Civîna Rêzgirtina Serhildana sala 1920`an, got: Niha terorîst wekî komên biçûk li hin bilindahî û çolan xwe veşartine û êrişî welatiyên bêsûc dikin û hêzên çekdar ên Iraqê wê wan komên perate bişopîne û ji nav bibe.

Ebadî ji hebûna pîlanên dijî Iraqê û yên dijî hêzên çekdar ên vî welatî ji wan Heşda Şebî agahî da û got: Dijmin hewl didin ku bêtifaqiyê bêxin nav gelê Iraqê û tenê riya sekinîna li hemberî van pîlanan, yekbûna gel û guhdariya merceîyeta payebilind a dînî wekî sembola yekbûna Iraqê ye.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Şerrê dijî DAIŞ`ê, bisaya fetwaya merceîyeta payebilind a olî, deskevteke hêja a serhildana 1920`an bû ku di wê serhildanê de jî gelê Iraqê bi yekbûna xwe û bi peyrewiya ji fetwaya merceîyeta payebilind a dînî dijî hêzên koloniyalîst ên Îngilistanê ku hêza sereke ya cîhanê bûn, rabûn û serî hildan.

Serhildana 1920`an (Sewret el-Işrîn) a Iraqê, serhildaneka eşîran ji başûrê Iraqê û li ser fetwaya Mîrza Mihemed Teqî Şîrazî, dijî dagîrkerên kolonyalîst ên Îngilistanê bû ku bû sedema hakimê leşkerî yê kolonyalîstan ji ser deshilatdariya Iraqê were hilanînê û yekemîn deshilatdariya netewî dewsa wî bigire û herwiha bû sedema derxistina leşkerên ingilîsî ji Iraqê.