Pêgiriya Ebadî ser cezakirina têrorîstên DAIŞê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293092-pêgiriya_ebadî_ser_cezakirina_têrorîstên_daiŞê
Li pey cinayeta vê dawiyê ya koma têrorîst a DAIŞê ya kuştin û tîketîkekirina çend welatiyên asayî yên iraqî, heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî fermana cihanîna lezgîn a hikmê darvekirina mehkûmên DAIŞê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2018 11:05 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Ebadî ser cezakirina têrorîstên DAIŞê

Li pey cinayeta vê dawiyê ya koma têrorîst a DAIŞê ya kuştin û tîketîkekirina çend welatiyên asayî yên iraqî, heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî fermana cihanîna lezgîn a hikmê darvekirina mehkûmên DAIŞê da.

Li gorî rapora IRNAyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê Pêncşemiyê bi şev bi daxûyaniyekê ku jia liyê ofîsa serokwezîrtiya Iraqê va hat dayînê, soz da ku tola heşt dîlên li destê têrorîstên tekfîrî yên DAIŞê ku meytên wan roja çarşemiyê li nêzikî azadrêya bexda - Kerkûkê hatin dîtin, hilde.

Ebadî her wiha daxwaza cihanîn alezgîn a "Qesasa Edlane" ya wan têrorîstan kir ku pêştir saziya dadweriyê ya Iraqê hikmê darvekirina wan dabû.

Dadgehên Iraqê her çend wextan carekê hikmên îdamê li dijî têrorîstên DAIŞî yên iraqî an welatiyên biyanî didin, lê pêvajoya tekûzbûna hikmê îdamnê li Iraqê lihevalyayî û dirêj e û piştî derbaskirina qonaxên cûrbicûr û piştî wajoya serokomar, dikeve qonaxa cihanînê.

Hêjayî gotinê ye ku koam têrorîst a DAIŞê Yekşemiya heftiya bihurî anku 17ê Hezîranê bi danîna rawestgeheka lêgerînê ya derew li cadeya navebra Bexda û Kerkûkê, şeş ajovanên kamiyonê revandin. Vê koma têrorîst çend rojan piştra bi weşandina vîdyoyekê ji dewleta Iraqê xwest ku di berdêla azadkirina van kesan, dewleta Iraqê jî tiştê ku azadkirna jinên DAIŞî ji zindanên Iraqê hatibû ragiahndin, pêk bîne.