Rawestandina demkî ya çalakiya Baska leşkerî ya tevgera Sedr li Iraqê
Muqteda Sedr, Rêberê Tevgera Sedr a Irqê femana rawestandina demkî ya pişka mezin a çalakiyên baska leşkerî ya vê tevgera pirrbandor a Iraqê bi navê Searaya El Selam da.
Li gorî rapora IRNAyê, Li destûrkara ku berêvara Pêncşemiyê ji aliyê Muqteda Sedr va hatiye weşandin, tevahiya ofîs û mektebên Seraya El Selam li Iraqê ji billî navçeyên Bexda, Kerbela û Samerayê dê bên girêdanê.
Sedr her wiha ragihand ku çekên van hêzan herî zûtirkê radestî dewletê were kriin. Hela berûlayên zêdetir ji van guhertinan ku li destûrkara Muqteda Sedr wek Birêxistinkirina NÛ hatiye binavkirin, diyar nebûye. Muqteda Sedr roja çarşemiyê jî bi destûrkareka bi vî rengî daxwaza rawestandina demkî ya çalakiyên Seraya El Selam li parêzgeha Besreyê li başûrê Iraqê kiribû.
Hin alî karê vî dawiyê yê Muqteda Sedr bi armanca hilweşandin abi hêdî ya baska leşkerî ya tevgera Sedr û bi armanca mijara jiçekirina komên çekdar ên siyasî û hebûna çekan tenê di destê dewletê da didin zanîn. Mijara ku di mehên dawî da bala aliyên siyasî û mêdyayî yên vî welatî kişandiye.
Li dora çarem a hilbijartina parlimanî ya Iraqê ku roja 12ê Gulana 2018an hat lidarxistin, lîsta hilbijartinê ya sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr bi 54 kursiyan, El feth bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan, El nesr bi serokatiya Heyder Ebadî bi 42 kursiyan di pileyên yekem heta sêyem da cih girtin.