Serokwezîrê Iraqê: Bila komên çekdar werin jiçekirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i293014-serokwezîrê_iraqê_bila_komên_çekdar_werin_jiçekirinê
Serokwezîrê Iraqê xwest ku hemî komên çekdar li deverên curbicur ên vî welatî werin jiçekirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2018 13:00 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Bila komên çekdar werin jiçekirinê

Serokwezîrê Iraqê xwest ku hemî komên çekdar li deverên curbicur ên vî welatî werin jiçekirinê.

Li gorî rapora Somerye News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna çapemenîyê ya hefteyê got: Tifaqa iraqîyan bû sebeb ku ew ji her alî û bi her nêrînekê hevdeng bibin û bi têkbirina DAIŞ`ê, li hemberî têrorîsmê ser bikevin.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku tişta ku têrorîsm ji nav bir, Iraqê careka din ava dike, xwest ku hemî komên çekdar li seranserî axa vî welatî bên jiçekirinê.

Ebadî fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê roja duşemê basa destpêkirina pêngavên jiçekirinê li Bexdayê û parêzgehên din û pawana wan di destê dewletê de kir û pêgirî kir ku piştgirîya sîyasî û gelanî ji vê pêngavê heye.