Destpêbûna operasyona hevpar a artêş, polîs û Heşda Şebî ya Iraqê li Diyalê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292930-destpêbûna_operasyona_hevpar_a_artêş_polîs_û_heşda_Şebî_ya_iraqê_li_diyalê
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê raghand: Hêzên artêş, polîs û Heşda Şebî operasyoneke hevpar ji bo rawestana li ber paşmayiyên endamên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê dan destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2018 08:07 Asia/Tehran
  •  Destpêbûna operasyona hevpar a artêş, polîs û Heşda Şebî ya Iraqê li Diyalê

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê raghand: Hêzên artêş, polîs û Heşda Şebî operasyoneke hevpar ji bo rawestana li ber paşmayiyên endamên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê dan destpêkirin.

 Li gorî rapora Klûpa Nûçegihanên Ciwan (a Îranê) ji zarê çavkaniyeke  ewlehiyê ya Iraqê, hêzên hevpar roja duşemê bi  şopandin û naskirina endamên  DAIŞ`ê li navçên  Serhe û navçên nêzîkî bakurê parêzgeha  Diyalê, Armanca vê operasyonê peyda kirin û girtina  endamên mayî yên DAIŞ`ê li navçên rojhilata Iraqê û parastina ewlehiya navçên sînorî dan zanîn.

  Çavkaniyên  ewlehiyê û pizîşkî li Iraqê jî raghandin ku kesên çekdar ên nenas serê dayîkekê û sê xwîşkên kedkarekî komîsyaryayê bilind a hilbijartinên Iraqê ku ji  kêmîna turkmanî li navça Hemrînê li parêzgeha Diyalê bûn , jê kirin. 

Heya niha tu komekê berpirsiyariya vê êrişê negirtiye  ustiyê xwe.

 DAIŞ`ê gef xwaribû ku dê êrişê bike ser navendên  hilbijartinên Iraqê û her kesê ku alîkariya lidarxistina vê hilbijartinê bike.

  Ji aliyê din ve piştî bicihbûna  hêzên emerîkî li navçên  çolî yên bajarê El-Rutebeyê û El-Qaimê nêzklî zîvala sînorî tev Sûriyê, Firdos Ewadî, nûnerê parlemana  Iraqê li bara kiryara  Emerîkayê li bara  perwedekirina  8 hezar endamên DAIŞ` ê li Sûriyê, bi armanca cihanîna  êrişên  terorîstî li Iraqê agahî da û li bara  plana  Waşengtonê ji bo vegerandina  koma DAIŞ`ê û destpêkirina  şerekî nû li Iraqê hişyarî da.