Seferaberiya gelanî ya Iraqê: Em li hember êrişa hewayî ya Emerîkayê bêdeng namînin
Cemal Cefer Îbrahîmî, fermandê pielbilind ê Heşda Şebî raghand: Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, li hember êrişên hewayî yên Emerîkayê ku li encama wê 22 kes ji endamên vê komê li sînîrê Sûriyê, hatin kuştin, dê bêdeng nemînin.
Balefirekî cengê yê Emerîkayê, 17 Hezîranê, meqera hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li sînorê Sûriyê da ber êrişan ku li encama wê 22 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê Reuters`ê, Ebûmehdî El-Muhendis, fermandê hêzên Heşda Şebî roja yekşemiyê raghand: Encamên lêkolînên li bara êrişa ser hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li 17 Hezîranê li sînorê Sûriyê nîşan dide hêzên emerîkî ev êrişa cih anîne.
Li gor nûçeyeke din, çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Enbarê raghand: Hêzên emerîkî li navçên çolî yên bajarê El-Rutebe û El-Qaimê nêzîkî zîvala sînorî tev Sûriyê û navçên din ên rojava parêzgeha Enbarê bi cih bûne.
Wî got: Operasyona bicihbûna hêzên emerîkî li navçên hanê bi firîna helîkopterên cengê cih hatiye.
Armanca bicihbûna hêzên emerîkî nêzîkî sînorê Iraq û Sûriyê, hewldana ji bo lawazkirina bicihbûna hêzên iraqî li vê navçê û têkbirina dorpêça terorîstan û vejiyandina DAIŞ`ê ye.