Amerîka sebebkarê êrişa ser baregeha hêzên Heşdi Şeibîyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292806-amerîka_sebebkarê_êrişa_ser_baregeha_hêzên_heşdi_Şeibîyê_ye
Cîgirê serokê Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) pêgirî kir ku êrişa hewayî ya hefteya buhurî ser baregeha van hêzana li ser sînorê Sûriyê, karê amerîkiyan bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2018 14:11 Asia/Tehran
  • Amerîka sebebkarê êrişa ser baregeha hêzên Heşdi Şeibîyê ye

Cîgirê serokê Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) pêgirî kir ku êrişa hewayî ya hefteya buhurî ser baregeha van hêzana li ser sînorê Sûriyê, karê amerîkiyan bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ebû Mehdî Muhendis cîgirê serokê Hêzên Heşdi Şeibî îro li daxûyanîyekê ragihand ku encamên lêkolînên têkildarî bûyera êrişa hewayî ya ser baregeha van hêzana ku di 17`ê Hezîranê de pêk hat, nîşan didin ku hêzên amerîkî ew kiryara pêk anîne.

Fermandetîya Hêzên Heşdi Şeibî roja yekşemê 17`ê Hezîranê ragihand ku di encama êrişeke hewayî di 22 kes ji hêzên Heşdi Şeibîyê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin kuştinê û 12 jî birîndar bûne. 

Li gorî raporan, hêzên amerîkî niha li devera Um Cerîsê li bajarê Şengalê li bakura Iraqê bi cih bûne.