Artêşa Iraqê êrîşî DAIŞê kir: 45 terorîst hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292772-artêşa_iraqê_êrîşî_daiŞê_kir_45_terorîst_hatin_kuştin
Hat ragihandin ku Hêzên Artêşa Iraqê yên Hewayî li Sûriyê êrîşê terorîstên DAIŞê kirin û di encamê de 45 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2018 08:43 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê êrîşî DAIŞê kir: 45 terorîst hatin kuştin

Hat ragihandin ku Hêzên Artêşa Iraqê yên Hewayî li Sûriyê êrîşê terorîstên DAIŞê kirin û di encamê de 45 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya kanala NewsAsia ku ew jî dispêre çavkaniyên Artêşa Iraqê "hêzên hewayî yên Iraqê di nav sînorê Sûriyê de êrîşekê hewayî pêk aniye û di encama êrîşê de 45 terorîstên DAIŞê hatine kuştin." Hat gotin ku êrîş li bajarê Hacînê yê Sûriyê hatiye kirin û di êrîşê de 3 avahî bi temamî hatine wêrakirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku di nav kesên ku hatine kuştin de cîgirê wezîrê şêr ê DAIŞê û çend kesên ku gelek nêzî serokê DAIŞê Ebubekir el Bexdadî ne jî dikevin ber çavan.