Êrişa balafirên cengê yên iraqî li Sûriyê dijî DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292728-Êrişa_balafirên_cengê_yên_iraqî_li_sûriyê_dijî_daiŞ_ê
Balafirên cengê yên F- 16 yên Iraqê, di encama êrişa ser bargehên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê de, 45 kes ji wan kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2018 15:18 Asia/Tehran
  • Êrişa balafirên cengê yên iraqî li Sûriyê dijî DAIŞ`ê

Balafirên cengê yên F- 16 yên Iraqê, di encama êrişa ser bargehên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê de, 45 kes ji wan kuştin.

Li gorî rapora FARS`ê, balafirên cengê yên F- 16 yên artêşa Iraqê, piştî nîvroja îro , bi hevahengiya bi dewleta Şamê re, êriş birine ser bargehên terorîstên DAIŞ`ê yên li axa Sûriyê.

Li gorî nivîsara malpera nûçeyan a kanala Sûmeriye News`ê, balafirên cengê yên iraqî, civîna fermandeyên DAIŞ`ê kirine armanc û 45 terorîstan kuştin.

Heya niha balafirên cengê yên iraqî 5 caran êriş birine ser bargehên endamên DAIŞ`ê yên li Sûriyê.

Cara yekemîn di Sibata sala 2017`an de û cara duyemîn li Nîsana 2018`an û cara sêyemîn li hefteya yekem a Gulana  2018`an, cara çaremîn jî di hefteya duyem a meha Gulanê de (14`ê Gulanê) û cara pêncemîn jî  li 7`ê Hezîranê, li ser navça Hecînê êriş hatin kirin.